Li Erzeromê du kesan di bin aşûtê de canê xwe ji dest dan
Li parêzgeha Erzeromê ya Bakurê Kurdistanê di encama aşûtekê de du welatiyan canê xwe ji dest dan.
Termên wan hatin derxistin
Parêzgarê Erzeromê Okay Memîş 27ê Çileya 2022ê ragihand ku li navçeya Horasan a wê parêzgehê aşût bi ser du welatiyan de hatiye û di encam de wan herdu welatiyan canê xwe ji dest dane.
Parêzgarê Erzeromê dibêje, “Me agahiya wergirtibû ku du welatiyên me di bin aşûtê de mane. Li ser vê yekê hemû tîmên me çûn cihê bûyerê. Piştî xebatan tîmên me termê herdu welatiyan ji bin aşûtê derxistin.”
Pêla berfbarîna dijwar
Pêla berfbarînê ku Bakurê Kurdistanê lixwe girtiye di her warî de bandoreke nerênî li ser jiyana rojane ya welatiyan dike.
Parêzgeha Erzeromê yek ji wan parêzgehên Bakurê Kurdistanê ye ku di zivistanan de berfeke zêde lê dibare.
Li hinek deverên wê parêzgehê zêdeyî metreytekê berf dibare. Aliyên peywendîdar ji ber metirsiya aşûtan li cihên kendal û çiyayî yên navçeyê berdewam hişyariyê didin welatiyan da ku serdana wan cihan nekin.
Rudaw
