Saman Berzincî: Biryar hate dayîn doza sêyem a vaksînê ji hemwelatiyan re bê dayîn
Wezareta tenduristiya hikûmeta Herêma Kurdistanê biryarekî nû ji bo pêdana doza sêyem a vaksîna vîrusa koronayê derxist.
Li gor nivîsekî wezareta tenduristiyê ya roja 26.01.2022yê derketiye û ji hemû rêveberiyên giştî yên tenduristiya parêzgehan re hatiye şandin de, hat ragehandin ku biryar hatiye dayîn doza sêyem a vaksîna dijî vîrusa koronayê bê dayîn.
Li gor wê nivîsa wezareta tenduristiyê: ‘’Amaje bi nivîsa wezareta tenduristiya Iraq û peywirdar kirina lijneya zanistî ya bijîşkî, bi armanca bilind kirina berevaniya bedenî vaksîna dijî vîrusa koronayê û li hember cureyên din ên vîrusa koronayê yên xwe guhertine, bi taybet jî Omicronê, biryar hate dayîn ku doza sêyem a vaksînê ji bo temenên jor 18 salî bê dayîn.’’
Wezîrê Tenduristiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Dr. Saman Berzincî daxuyaniyekî de ji BasNewsê re ragehand: ‘’Doza sêyem a vaksîna koronayê bo parastina tenduristiya giiştî ya civakê ye, bi taybet jî parastina hemwelatiyên Kurdistanê ji Omicronê ye.’’
Amaje bi wê yekê jî hat kirin ku ewên jorî 18 salî û du doz vaksîn wergirtine li gor rêkarên berê doza sêyem jî dê ji wan re bê dayîn.
Basnews
