Bi 6 mûşekan êrişî binkeya hêzên Amerîkayê kirin
Îro şeş mûşek arasteyî binkeyeke hêzên Amerîka û Hevpeymanan li nêzîk Firokexaneya Navdewletî ya Bexdayê hatin kirin.
Peymanêrê Rûdawê, Helkewt Ezîz ragihand ku îro şeş mûşek arasteyî Binkeya Viktoriya ya Hevpeymanan li nêzîk Firokexaneya Bexdayê hatin kirin.
Herwiha dest bi ser çend mûşek û sekoyên avêtina mûşekan de hatiye girtin.
