• Wednesday, 25 February 2026
logo

Seroka komîsyona deverên Kurdistanî: Rewşa Kerkûkê roj bi roj xirabtir dibe

Gulan Media January 27, 2022 Nûçe
Seroka komîsyona deverên Kurdistanî: Rewşa Kerkûkê roj bi roj xirabtir dibe

Seroka komîsyona deverên Kurdistanî li parlementoya Kurdistanê dibêje, rewşa ewlehiyê ya bajarê Kerkûkê û çend deverên din yên Kurdistanî xirab bûye û DAIŞ dîsa li wan deveran derketiye.

Parlementera Kurdistanê û seroka komîsyona deverên Kurdistanî yên li derveyî Herêma Kurdistanê, Ciwan Yûnis Rojbeyanî ji BasNewsê re got, roj bi roj rewşa deverên Kurdistanî bi taybet rewşa Kerkûkê xirabtir dibe, ew jî ji ber wê rêveberiya serbazî ya sepandî ye. Nebûna hêzên Pêşmerge li Kerkûkê rewşa bajêr xirabtir kiriye û hêzên Iraqî jî nikarin ewlehiya bajêr biparêzin.

Ciwan Rojbeyanî her wiha got, deverên han pêwîstî bi rêkeftinê nîne lê divê li gorî qanûn û Destûrê gav bên avêtin bo baştirkirina rewşa wan. Niha jî xebatên pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê tên meşandin, divê rêkeftina lîwayên hevbeş were cîbicîkirin da ku rewşa wan deveran hinekî baştir bibe.

Wê parlementera Kurdistanê daxwaz kir, parêzgarê sepandî yê Kerkûkê were dûrxistin û parêzgerekî kurd û dilsoz li şûna wî were danîn û ew komîteya parlementoya Iraqê ku bo madeya 140 hatibû pêkanîn, were aktîfkirin.

 

Basnews

Top