• Wednesday, 25 February 2026
logo

Amerîka: Hemû amaje nîşan didin ku Rûsya êrîşî Ukraynayê dike

Gulan Media January 27, 2022 Nûçe
Amerîka: Hemû amaje nîşan didin ku Rûsya êrîşî Ukraynayê dike

Balyozxaneya Amerîkayê li Kiyevê, şîret li welatiyên Amerîkî kir ku bi zûtirîn dem Ukraynayê bicîh bihêlin. Amerîka dibêje, hemû amaje pêşan didin ku serokê Rûsyayê Vladimir Putin di demeke nêzîk de hêzê dijî Ukraynayê bikar tîne.

Wendy Sherman, Cîgira Wezîrê Derve yê Amerîkayê dibêje, “Em bê guman hemû amajeyan dibînin ku pêşan didin, ew dixwaze di demeke ne diyar de hêza serbazî bikar bîne, dibe ku ji niha heta naverasta Sibatê be.”

Amerîka dibêje, Rûsya nêzêkî 100 hezar serbaz li ser sînorê Ukraynayê kom kirine.

Berovajî hişyariya Amerîkayê, Wezîrê Derve yê Ukraynayê dibêje ew hêz têrê nakin ku Rûsya êrîşeke mezin bo ser Ukraynayê bike.

Dmytro Kuleba, Wezîrê Derve yê Ukraynayê got, “Di vê dema ku em diaxivin, hejmara wan serbazan têra pêkanîna êrîşa berfireh dijî Ukraynayê bi dirêjahiya sînor nake. Ji xeynî vê jî, hê jî hejmarek bingehîn ya serbazî û sîstemên girîng nîne bo pêkanîna êrîşeke mezin ji vî corî.”

Hevdem roja Çarşembê, her yek ji Amerîka û NATO bi awayekî cuda bi nîvîskî bersiva pêşniyarên Moskowê dan, ku daxwaz kiribû Ukaryna qet nebe endamê NATOyê.

Wezîrê Derve yê Amerîkayê amaje bi wê yekê dide ku Washingtonê ew daxwaza Rûsyayê red kiriye.

Antony Blinken, Wezîrê Derve yê Amerîkayê ragihand, “Me zelal kiririye, ku çend perensîpên sereke hene em bi wan pabendin û berevaniyê jî li wan dikin. Di nav wan de jî, serwerî û yekîtiya erda Ukraynayê û mafê welatan bo hilbijartina awayê asayîş û hevpeymanên xwe.”

Sekreterê Giştî yê NATOyê jî tekezî li wê yekê kir ku hevpeymaniya wî bi heman awayî ji Moskowê re gotiye, deriyê wan vekiriye bo her welatekî bixwaze bibe endamê NATOyê.

Ev di demekê de ye, ku berê jî Wezîrê Derve yê Rûsyayê gefa heyfhilanînê kiribû, eger daxwaziyên wan bêne redkirin.

Sergey Lavrov, Wezîrê Derve yê Rûsyayê gotibû, “Eger bersiveke erênî nedin me, û Rojava di rêçika dijminkariyê de berdewam bibe, wek serok çend caran tekezî kiriye, Moscow rêkarên pêwîst bo heyfhilanînê werdigire. Em rê nadin pêşniyarên me bêne xistin nav gotûbêjên bê dawî.”

Welatên rojavayî dest bi şandina çek û pêwîstiyên serbazî bo Ukraynayê kirine daku dijî Rûsyayê berevaniyê li xwe bike.

Herwiha çend firoke û keştiyên cengî şandine rojhilatê Ewropayê wek ku ew dibêjin, daku asayîşa baskê rojhilatê NATOyê biparêzin.

Amerîkayê jî dibêje, di bersiva nîvîskî de, du rê dane ber Rûsyayê: Yan dîplomasî û diyalog, û yan jî rêya dijwar….û dibêje jî Amerîka û hevpeymanên xwe bo herdû rêyan amade ne.

 

Rudaw

Top