• Wednesday, 25 February 2026
logo

Rûsya ji rewşa Rojavayê Kurdistanê nîgeran e û daxwaza civîna Encûmena Asayişê dike

Gulan Media January 27, 2022 Nûçe
Rûsya ji rewşa Rojavayê Kurdistanê nîgeran e û daxwaza civîna Encûmena Asayişê dike

 Cîgirê Yekem ê Nûnerê Daîmî yê Rûsyayê li Neteweyên Yekbûyî Dmitriy Polyansky ragihand, Moskoyê ji bo êrîşên teroristên DAIŞ'ê li Rojavayê Kurdistanê, daxwaza civînekê ji Encûmena Asayişa Navdewletî kiriye.

Polyansky ji rojnamevanan re got: “Em ji raporên êrîşên vê dawiyê yên DAIŞê li bakurê rojhilatê Sûriyê hatine û rewşa giştî li wî parçeyî ji welat, gelekî nîgeran in.”

Polyansky diyar kir jî, wan daxwaz kiriye Encûmena Asayişa Navdewletî roja Pêncşemê bicive.

Tê çaverêkirin ku di civînê de, raportên Cîgirê Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî, Serokê Beşa Dije-Terorê ya Netewên Yekgirtî Vladimîr Voronkov û nûnerên din ên Sekreteriya Giştî ya Netewên Yekgirtî derbarê geşedanên dawî yên li Hesekê werin pêşkêşkirin.

Ev yek piştî wê tê, şeva 20/1/2022an çekdarên DAIŞê êrîşî ser zîndana Hesekê kiribûn, hejmarek ji terorist ji zîndanê reviyabûn, girtiyan jî zîndan kontrol kiribûn, hejmarek ji karmendên zîndanên dîl ketibûn destê DAŞê û hefteyekê şer û operasyonên li dijî DAIŞê li zîndan û bajarê Hesekê derketibûn, duhî jî HSDê kontrolkirina zîndanê bi temamî ragihandibû.

 

Basnews

Top