• Wednesday, 25 February 2026
logo

HSD: 60-90 çekdarên DAIŞê li zindana Hesekê mane û xwe radest nakin

Gulan Media January 27, 2022 Nûçe
HSD: 60-90 çekdarên DAIŞê li zindana Hesekê mane û xwe radest nakin

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand, hêj derdora 60 ta 90 çekdarên DAIŞê li Girtîgeha Sinaa ya Hesekê mane ku xwe radestî şervanan nekirine û çek di destê wan de heye.

HSDê îro di daxuyaniyekê de aşkere kir, “Piştî kontrolkirina girtîgeha Sinaa ji aliyê hêzên me ve û ferzkirina radestkirina nêzî 3500 çeteyên girtî, yên ku beşdarî yaxîbûna dawî bûn û bi sedan ji wan jî tevlî çeteyên ku ji derve ve êrîşî girtîgehê kirin, hêzên me dest bi hemleyeke berfireh a leşkerî û emnî ji bo paqijkirina qawuşên girtîgehê kirin ku çeteyên êrîşî girtîgehê kiribûn xwe têde veşartibûn û li dijî hêzên me çalakî pêk dianîn.”

Di daxuyaniyê de HSD amaje bi aşkerekirina hin “çeperên kamuflajkirî” yên çekdarên DAIŞê di nav Girtîgeha Sinaa ya Hesekê de dike û dibêje, “Hêzên me di pêvajoya komkirin û berhevkirina agahiyan de çeperên terorîstan ên kamuflejkirî li li bakurê girtîgehê dîtin, ku tê payîn hêj hejmarek çeteyan di navbera 60-90’î de tê de bin û hewl didin mesafeya pevçûnê biparêzin.”

Hêzên Sûriyeya Demokratîk destnîşan kiriye, hêzên wan bang li wan çekdarên DAIŞê kirine ku xwe radest bikin û gef xwariye, eger ew çekdarên DAŞê xwe radest nekin, dê bi tundî bersiva wan bê dayîn.

Di daxuyaniyê de wiha tê gotin, “Hêzên me bang li wan kir ku bi awayekî ewle radest bibin, ji ber ku ger qebûl nekin dê bi tundî serederî li gel wan bê kirin.”

 

Rudaw

Top