• Wednesday, 25 February 2026
logo

Derbarê gotegotên teqîna bendav Duhokê daxuyanî hat dayîn

Gulan Media January 27, 2022 Nûçe
Derbarê gotegotên teqîna bendav Duhokê daxuyanî hat dayîn

Rêveberê bendava Duhokê derbarê gotegotên teqîna bendava Duhokê de daxuyanî da.

Ev demeke hin gotegot li ser torên civakî belav bûne û behsa teqîna bendava Duhokê dikin û ji ber wê jî xelkê Duhokê nîgeran bûye.

Rêveberê bendava Duhokê Ferhad Mihemed Tahîr ji BasNewsê re ragehand: ‘’Sala 1980ê de dest bi proseya çêkirina bendava Duhokê hatiye kirin û sala 1988ê de jî temam bûye.’’

Herwaha derbarê gotegotên teqîna bendavê de jî got: ‘’Her bendavekî berdewam pêwîstiya wê bi nûjen kirinê heye, lê ew gotegotên behsa teqîna bendava Duhokê dikin dûr in ji rastiyê û ti metirsiyek li ser bendavê tine.’’

Rêveberê bendava Duhokê amaje bi wê yekê jî kir ku naha zêdetir ji 20 milyon lîtreyên avê li bendava Duhokê kombûye û ew bendav sedî 10ê av a bajarê Duhokê dabîn dike.

 

Basnews

Top