Dadgeha Brîtanya biryara derbarê PKKê de qebûl kir
Li Birîtanyayê, Dadgeha Bilind a wî welatî ji ber hilgirtina sembolên PKKê, li sê kesan ceza birî.
Dadgeha Bilind a Brîtanyayê hersê kesên bi navê Rahman Pwr, Îsmail Akdogan û Rotinda Demir bi hinceta hilgirtina sembolên PKKê ceza kirin.
Bilind a Brîtanyayê destnîşan kirin ku li gorî maddeya 13emîn a Qanûna Dijî Terorê ya sala 2000, eger kesek li derve tiştekî hil de ku bibe guman ku endamê rêxistineke qedexe ye, ew weke suc tê hesibandin.
Di biryarê de tekezî li wê yekê hat kirin ku Rahman Pwr, Îsmail Akdogan û Rotinda Demir dema operasyona dijî Efrînê di xwepêşandana 27ê çileya 2018an de somboleke ya PKKê ku li Birîtanyayê di nava rêxistinên qedexekirî de ye, hilgirtine.
Herwiha hat gotin ku mumkun nîne ku ew kes nizanibin ew tişt sembola PKKê ye. Ji ber vê li wan cezaya zîndanikirina bi merc hate birîn û îtiraza ku di vê çarçoveyê de li Dadgeha Bilind hat kirin, hat redkirin.
Rudaw
