• Wednesday, 25 February 2026
logo

Bi amaran binpêkariyên li Girê Spî û Serê Kaniyê

Gulan Media January 27, 2022 Nûçe
Bi amaran binpêkariyên li Girê Spî û Serê Kaniyê

 Li Girê Spî û Serê Kaniyê di salekê de 185 kes hatine girtin ku çarenivîsa 123 kesan ne diyar e.

Saziya Hevdestî ku binpêkirinên li dijî xelkê bakur û rojhilatê Sûriyê belge dike, raporeke salane derbarê binpêkariyên ku li herdu herêmên Girê Spî û Serê Kaniyê yên Rojavayê Kurdistanê hatine kirin belav kir.

Di rapora salane de, saziya navbuhirî haletên girtin, revandin, îşkencedan, kuştina li jêr îşkenceyê, veguhastina girtiyan ji bo Tirkiyê ku li dijî xelkê wê navçeya ku Tirkiyê û opzisyona Sûriyê navê navçeya operasyona Kaniya Aştiyê lê dikin, bi hejmar belge kirine.

Li gor raporê,

185 kes di sala 2021ê de hatine girtin

24 ji wan jin in û 12 zarok in

60 kes hatine azadkirin

123 kes çarenivîsa wan ne diyar e

82 kes di 3 mehan de hatine girtin

10 ji wan zarok in 9 zarok in

423 kes ji cotmeha 2019an ve hatine girtin

5 girtî li jêr işkenceyê hatine kuştin

90 girtiyên jin û mêr ji bo Tirkiyê hatine veguhestin

48 kes li Tirkiyê bi hukmê 13 sal heta zindanîkirina heta hetayî hatine cezakirin

`Tirkiye û opozisyon berpirsyar in`

Orhan Kemal, Kordînatorê Saziya Hevdestî ku bi xwe xelkê Serê Kaniyê ye û ji neçarî kiçberî Qamişlo bûye, ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got, tevahiya van girtinan li derveyî yasayê hatine kirin.

Orhan Kemal, Kordînatorê Hevdestî, diyar dike, “Ew girtin bi rengekî ne yasayî hatine kirin, ti pênaseyeke qanûnî tune ye. Berpirsyarî jî ya Tirkiye û opozisyona Sûriyê ye, ji ber ku dever di kontrola wan de ye. Ew girtin tevahiya pêkhate kirin armanc.”

Ji dema ku herdu herêmên Serê Kaniyê û Girê Spî yên Rojavayê Kurdistanê di sala 2019an de ji aliyê Tirkiyê û çekdarên opozisyona Sûriyê ya girêdayî wî welatî ve hatine dagîrkirin, ew bi şêweyekî rasterast ji aliyê Ebdullah Erin, waliyê Ruhayê ve tên birêvebirin û ew bi şêweyekî berdewam serdana wan herdu herêman dike û rênima û fermanan hikûmeta welatê xwe digihîne saziyên sivîl û serbazî li navçeyê.

 

Rudaw

Top