Pisporekî yasayî: Beşa PDKê tenê cîgirê serokê parlamentoyê û serokomar nîne
Pisporê yasayî yê Iraqê Tariq Herb ragehand, beşa PDKê tenê ne cîgirê serokê parlamentoyê û serokomariya Iraqê ye.
Tariq Herb di tora xwe ya civakî twitterê de ragehand, Hoşyar Zêbarî ji bo serokomartiyê tê binav kirin û got: Helbijartina Zêbarî zelal bûye.
Tariq Herb got: ‘’Beşa PDKê di proseya siyasî ya Iraqê de tenê ne cîgirê serokê parlamentoyê û serokomarê Iraqê ye.
Li gor wî pisporê yasayî li gel cîgirê serokê parlamentoyê û serokomarê Iraqê, di hikûmeta piranî ya Iraqê de wezîrên ji pêkhateya kurd dê ji aliyê PDKê ve bên diyar kirin.
Basnews
