• Wednesday, 25 February 2026
logo

Mistefa Kazmî gehişt Geyareyê û biryara serdana Şingalê jî bike

Gulan Media January 26, 2022 Nûçe
Mistefa Kazmî gehişt Geyareyê û biryara serdana Şingalê jî bike

Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî beriya bi demekê gehişt baregeha serbazî ya Geyareyê û biryare îro serdana Şingalê bike.

Ofîsa parêzgarê Nînowayê ji Kurdistan24ê re aşkere kiriye, Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî beriya bi demekê gehiştiye baregeha serbazî ya Geyareyê û ligel fermandeyên serbazî civiyaye.

Ligor zanyariyan biryare îro Mistefa Kazimî serdana navçeya Şingalê bike.

Ev yek di demekê daye girjî û alozî di navbera çekdarên YPŞê ku baskê PKKê ne li Şingalê û artêşa Iraqê de derketibû.

Fermandeyên serbazî yên Iraqê dibêjin çekdarên PKKê rêliber wê yekê digirin Şingal aram bibe.

 

basnews

Top