HESEKE - Şervanên HSDê 23 dîlên din rizgar kirin
HSDê ragihand, di berdewamiya operasyonên wan ên li bajarê Hesekê de, hêzên wan 23 dîlên din ji destê DAIŞê rizgar kirine.
Şer û pevçûn li nav girtîgeha Sinaa ya li taxa Xiwêran a bajarê Hesekê di navbera şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk û çekdarên DAIŞê de berdewam e û HSD dibêje, hejmarek dîlên din ji aliyê şervanan ve hatine rizgarkirin.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) îro di daxuyaniyekê de aşkere kir, ku şervanên wan di du operasyonên cuda de 23 dîlên din li nav Zindana Sinaa ya li taxa Xiwêran a Hesekê ji destê çekdarên yaxîbûyî yên DAIŞê rizgar kirine.
Di daxuyaniya HSDê de tê gotin,”Di operasyonên ewlehî û leşkerî de ku hêzên me sibeha roja Sêşembê pêk anîn, 6 karmendên girtîgehê ku ji aliyê DAIŞê ve hatibûn dîlgirtin, hatin rizgarkirin. Di operasyonek din de di saet 22:00 şevê de hêzên me 17 dîlgirtiyên din rizgar kirin. Bi vê yekê hejmara dîlgirtiyên ku hêzên me ji sibehê ve rizgar kirine bo 23 kesan bilind bû.”
HSDê herwiha diyar kiriye ku ew dîl “di encama operasyona li hûndirê zindana Xiweranê de” hatin rizgarkirin û tekez kiriye, “operasyonên lêgerîn û ewlehiyê yên hêzên me di girtîgehê de berdewam in.”
Pêştir jî 9 dîl ji destê çekdarên DAIŞê hatibûn rizgarkirin ku li gor HSDê ew 9 kes karmendên Girtîgeha Sinaa ne.
Hêzên Sûriyeya Demorkatîk duh Sêşembê jî ragihandibû, ku hêzên wan 8 avahiyên din ên Girtîgeha Sinaa ya li taxa Xiwêran a Hesekê kontrol kirine û 250 çekdarên din ên DAIŞê jî xwe radestî şervanan kirine.
Bi giştî heta niha 550 çekdarên DAIŞê xwe radestî Hêzên Sûriyeya Demokratîk kirine.
HSDê duh Sêşembê amareke din a kuşityên DAIŞê jî belav kir û ragihand, hêzên wan li taxên Xiwêran, Zihûr û derdora çemê Xabûr li başûrê Hesekê 17 çekdarên DAIŞê kuştine.
Çi bibû?
Şeva Pêncşembê 20ê Çileya 2022, Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand ku li Girtîgeha Sinaa ya li taxa Xuwêran a Hesekê alozî derketiye û çekdarên DAIŞê yên li wê girtîgehê dest bi yaxîbûnê kirine û hejmarek çekdarên şaneyên nihênî yên DAIŞê jî li derveyî girtîgehê êrişî girtîgehê kirine.
Ji bo kontrolkirina rewşê, HSDê û Asayişa Rojavayê Kurdistanê ketin amadebeşiyê û hêzên zêdetir şandin bajarê Hesekê û derdora taxa Xuwêran û Girtîgeha Sinaa bi temamî dorpêç kirin.
Ji wê demê ve heta îro şer û pevçûn di navbera HSDê û çekdarên DAIŞê de berdewam in û HSDê ragihandiye, 10 hezar şervan di kontrolkirina rewşa ne asayî ya li bajarê Hesekê de beşdar in.
HSDê beriya niha bîlançoya şerê 3 rojên destpêkê yên şer û pevçûnên li Hesekê aşkere kiribû û gotibû, 175 çekdarên DAIŞê hatine kuştin û 27 şervanên wan jî şehîd bûne.
Rudaw
