• Wednesday, 25 February 2026
logo

Nivîskarekî Îmaratê bi kurdî ‘’bixêrhatin’’ li Mesrûr Barzanî kir

Gulan Media January 26, 2022 Nûçe
Nivîskarekî Îmaratê bi kurdî ‘’bixêrhatin’’ li Mesrûr Barzanî kir

Nivîskarekî Îmaratê bi zimanê kurdî ‘’bixêrhatin’’ li Serokwezîr Mesrûr Barzanî kir.

Roja sêşemê 25.01.2022an Serokwezîr Mesrûr Barzanî gihiştibû Îmaratê. Nivîskarê Îmaratê Îbrahîm bin Hatem Efendî ji ser hesabê xwe yê tora medyaya civakî ji ser hesabê xwe yê Twitterê bi zimanê kurdî ”bixêrhatin“ li Mesrûr Barzanî kiriye.

Îbrahîm bin Hatem Efendî ragihandiye: "Bixêrhatina cenabê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê dikin ji bo welatê we yê duyem Îmarat. ‘’

Herwiha wî nivîskarê Îmaratê ragihandiye, xoşevîstî û birayetî gelê Îmarat û Kurdistanê kom dike.

Îbrahîm bin Hatem Efendî hêvya xweşiyê ji bo Serokwezîr Mesrûr Barzanî xwestiye di dema serdana wî ya li Îmaratê de.

 

Basnews

Top