Derbarê pêngavên çaksazî û yekxistina Pêşmerge de civînek birêve çû
Derbarê rewşa Pêşmerge û pêngavên çaksazî û yekgirtin û yekxistina hemû hêzan de, li çarçoveya wezareta Pêşmerge, wezareta Pêşmerge û lijneya Pêşmerge li Parlamentoya Kurdistanê civiyan.
Ragehandina wezareta Pêşmerge ragehand, îro 25.01.2022yê emîndarê giştî yê wezareta Pêşmerge Ferîq Cebar Yawer pêşwazî li serok û endamên lijneya Pêşmerge ya li Parlamentoya Kurdistanê kir.
Hat ragehandin di civînê de behsa rewşa Pêşmerge û pêngavên çaksazî û yekgirtin û yekxistina hemû hêzan di çarçoveya wezareta Pêşmerge de hat kirin.
Ferîq Cebar Yawer bi hûrgilî proseya çaksazî û yekxistina hêzên Pêşmerge û rewşa eniyên Pêşmerge û hemahengî û pêwendiyên Pêşmerge û artêşa Iraqê û rola hêzên hevpeyman ji bo lijneyê ronî kir.
Herwaha hat ragehandin, behsa jiyan û debara Pêşmerge hate kirin û pêngavên hikûmeta Herêma Kurdistanê yên ji bo dabîn kirina pêdiviyên çeperên Pêşmerge û çareser kirina kêmasiyan jî hate gotûbêj kirin.
Di civînê de endamên Parlamentoya Kurdistanê ji bo baştir agahdar bibin çend pirsek li ser rewşa Pêşmerge li emîndarên giştî yê wezareta Pêşmerge kirin, herwaha behsa wan yasa û biryaran hate kirin ku pêwendiya wê bi warê leşkerî ve heye.
Piştre lijneya Pêşmerge li parlamentoya Kurdistanê rêveberiyên malnişîn û peyman û fermangeha yasayî ya wezareta Pêşmerge civiyan, ku gotûbêjê derbarê dosya şehîd û kêmendamên çeper û wefat kiriyên Pêşmerge ji aliyê yasayî ve dûvçûnê li ser mafên wan rêxistin kirina karûbarên wan bê kirin.
Ji aliyê xwe ve rêveberiyên malnişîn û peyman û fermangehên yasayî li gor kar û berpirsyartiya xwe bersiva pirsên lijneya Pêşmerge li Parlamentoya Kurdistanê dan.
