• Wednesday, 25 February 2026
logo

Konsulê Koreya Başûr bi xwendina straneke kurdî xatir ji Hewlêrê xwest

Gulan Media January 25, 2022 Nûçe
Konsulê Koreya Başûr bi xwendina straneke kurdî xatir ji Hewlêrê xwest

Konsulê Giştî yê Koreya Başûr Choi Kwang-jin ji ber bidawîbûna erkê wî li Herêma Kurdistanê, bi xwendina straneke Kurdî xatir xwest.

Strana ku Choi Kwang-jin dixwîne, bi giştî behsa jiyana awareyan dike û bi taybetî jî jiyana zarokên li nava kampan. Di dawiya vîdeoya stranê de ku bi jêrnivîsa Kurdî (zaravayê Soranî) hatiye belavkirin, hejmarek wêneyên Konsulê Giştî yê Koreya Başûr derdikevin, ku çalakî û alîkariyên Choi Kwang-jin bo awareyan nîşan dide.

Konsulê Giştî yê Koreya Başûr duh roja duşemê 24ê Çileya 2022yan ji bo xatirxwestinê û bi boneya bidawîbûna erkê wî, serdana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê kiribû.

Choi Kwang-jin di serdana xwe de spasiya hemahengiya saziyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê kiribû û ragihandibû ku ew Kurdistanê weke mala xwe ya duyem dibîne û mîhrebanî û mêvandostiya xelkê Kurdistanê jî jibîr nake.

Top