Parlementerekî berê yê YNKê: Hoşyar Zêbarî dê misoger bibe serkomarê Iraqê
Parlementerekî berê yê YNKê dibêje, kandîdê PDKê bo serkomariya Iraqê dê misoger bi ser bikeve. Ji îsrara YNKê li ser kandîdkirina Berhem Salih jî nîgeran e.
Parlementerê berê yê YNKê li parlementoya Iraqê, Mela Sîrwan Ehmed ji BasNewsê re got, mixabin em bi destê xwe nav mala xwe wêran dikin. Divê em hestên netewîbûnê di nav xwe de bihêz bikin. Ez rastî bêjim, piştî Mam Celal heta niha ti kesî nekariye serkomariyeka rast bike û bi wê postê tiştekî bo kurdan bike.
Mela Sîrwan Ehmed her wiha got, posta serkomariyê hebe û nebe, tiştek ferq nake ji ber wê jî pêwîst nake em wiha li hev bikin.
Li ser kandîdê PDKê Hoşyar Zêbarî jî Mela Sîrwan Ehmed got, li gorî wê rêkeftina ku di navbera PDK û Sedir û erebên sunnî de heye, serkeftina Hoşyar Zêbarî misoger e ji ber ku dengên wan têrê dike.
Li ser kandîdê YNKê jî wî parlementerê berê yê YNKê got, YNKê dikarîbû kesekî din kandîd bike. Ez nizanim çima wisa li ser Berhem Salih îsrar dikin. Ev serhişkî ziyanê digehîne milet.
Basnews
