• Wednesday, 25 February 2026
logo

Serokê herêma Kurdistanê pêşwaziya Konsulusê giştî yê Koreya Başûr kir

Gulan Media January 25, 2022 Nûçe
Serokê herêma Kurdistanê pêşwaziya Konsulusê giştî yê Koreya Başûr kir

duhê jî ji Serokwezîr xatira xwe xwestibû.
Nîvroya îro sêşem Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, pêşwaziya Konsulusê giştî yê Koreya Başûr li Hewlêrê Choi Kwang – Jin kir ku erka wî bi dawî hatiye.

Di hevdîtinê de Nêçîrvan Barzanî ji bilî xatirxwestinê, spasî kar û hew‌lên wî yên ji bo pêşxistina peywendiyên Herêma Kurdistanê li gel Koriya Başûr û hêviya serkeftinê li erkê wî yê nû de xwest. Her wiha balkişand li ser rola Tîma Zeytûn ya Serbazî ya Korî û Ajansa Koica û gel û Hikûmeta Koreya Başûr kir ku hevkariyan pêşkêşî Herêma Kurdistanê kirine.

Ji aliyê xwe ve Konsuuslê giştî yê Koreya Başûr, spas û pêzanînên xwe ji bo Nêçîrvan Barzanî û aliyên peywendîdarên Herêma Kurdistanê dûpat kir ku di dema erkê xwe da, hevkar û piştevanê wî bûn û hêvî xwest peywendiyên welatê wî li gel Herêma Kurdistanê pêşketîtir bibin.

 

Top