HDP: Li Hesekê kê piştgiriya DAIŞê kir divê bê zelal kirin
Komîsyona Peywendiyên Derve ya HDPê ragihand ku di dema êrişa Girtgeha Sînaa de şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) bi armacan midexalekirina rewşê xwwestine têkevin Hesekê lê rastî êrişa bi dronan hatin. HDPê ev yek weke “piştevaniya asmanî ya ji bo DAIŞê” nîşan dide û xwest ku hêzên li pişt wê êrişê bên lêkolînkirin.
Berdevkên Komîsyona Peywendiyên Derve ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Feleknas Uca û Hişyar Ozsoy derbarê êrişa DAIŞê ya li Hesekê daxuyaniyek dan.
Komîsyona Peywendiyên Derve ya HDPê amaje bi wê yekê dike ku ew êriş nepêkane ku DAIŞê bi tena serê xwe plan kiribe û dibêje: “Li gor agahiyên di medyayê hatine belav kirin endamên DAIŞê yên ku êrîş kirine ji herêma jêr kontrola hêzên artêşa Tirkiyê hatine û hejmareke çekên hatine bidestxistin yên NATOyê ne. Herwiha dema tîmên hêzên HSDê ji Kobanî bo Hesekê derketine rê bi SIHA (dronan) êrîş li ser wan hatiye kirin ku ev jî tê wateya piştgiriya asmanî. Di destpêkê dewleta Tirkiye û hemû endamên NATOyê berpirsiyarin ku vê êrîşê zelal bikin û van îdîayên ku hene ronî bikin.”
Herwiha komîsyona navborî dibêje ku ji ber alîkariya hêzên tarî hêj niha jî DAIŞ li ser gelên herêmê gefeke mezin e.
Rudaw
