Bilind Îsmaîl: YNK nizane dê çi li Berhem Salih bike ji bo wê kiriye berbijêrê serokomar
Berpirsê baskê 16ê yê PDKê bersiva daxuyaniya YNKê da û diyar kir peywira serokomarê Iraqê mafê PDKê ye û YNK nizane dê çi li Berhem Salih bike ji bo wê ew kiriye namzed.
Îro rêveberiya YNKê daxuyaniyek belav kir û di daxuyaniyê de gazinda wê yekê kir ku PDK dixwaze berbijêrê xwe ji bo serokomariya Iraqê serbixe, ji ber wê jî wan Berhem Salih ji bo peywira serokomar kiriye berbijêr. Vê derbarê de berpirsê baskê 16ê yê PDKê Bilind Îsmaîl ji Basnewsê re ragehan: ‘’Ew peywir bi ti awayekî ne mafê YNKê ye. Eger di dema borî de jî peywira serokomar ji YNKê re hatiye dayîn, ji ber rêkeftina stratejîk hebû ji ber wê bû. Lê naha wek rêveberên wan dibêjin ew rêkeftin nemaye. Ji ber wê li gor hêza serkeftî kî be li Herêma Kurdistanê ew e. PDK mafê wê ye wê peywirê wergire û em dudil jî nînin ji bo hewldana wergirtina wê peywirê.’’
Herwaha diyar kir: ‘’Berî yekem civîna Parlamentoya Iraqê, PDK û YNK xalên hevbeşên wan zêde bûn. Lê piştre YNKê xwe da aliyekî erebên şîe û bi gotina welatekî herêmê rûniştina yekem a parlamentoyê bicîh hişt û deng neda namzedê PDKê. Bi wî awayî hewsengî guhert, ji ber YNKê dikarî deng ned Helbûsî û cîgirê wî yê din, lê asanbû deng bide namzedê din ê PDKê yê cîgirê duyem ê serokê Parlamentoyê. Lê dîsa jî namzedê me serkeft.’’
Bi baweriya wî rêvberê PDKê civîna Parlamentoya Iraqê YNK di bin fişarekî zêde ya herêmî ango navçeyî de bû, ji ber wê jî ew kar kir. PDK destê wê vekiriye, ji ber serkeftiyê yekeme li Herêma Kurdistanê. Peywira Serokomar wek mafê xwe yê helbijartinê dizane û li gel wan aliyan jî lihevtêgeheştinek heye. Dengên zêdetir ji 180 parlamenteran heye ku ew hejmar bese ji bo serxistina namzedê PDKê.’’
Bilind Îsmaîl diyar kir, PDK li Herêma Kurdistanê piranî ye û dikare li gor wê jî di helbijartina peywira serokomar de wî peywirê wergire. ‘’Divê YNK vê rastiyê qebûl bike û nabe heta dawiyê bi nermî li gel wan tevbigere û ew jî wek hercar dostê heta nîvê rê bin.’’
Bilind Îsmaîl got, eger YNK wisa dizane ku dikare senaryoya wek 2018ê dubare bike, ew xeletiyekî mezin e dike, ji ber wê demê li gor lîstokekî bin ve bin ve ya navnetewî û herêmî û li hember hin tiştên din deng ji Berhem Salih re hatin dayîn û bû serokomar, lê qonaxa naha de ew xeyale û careke din jî dubare nabe.’’
Bilind Îsmaîl got, YNKê de pirsgirêka Berhem Salih heye û ditirsin eger neken namzed, partiyekî din ava bike. Ji ber ew zilam fêrî lîstokên kirêt ên siyasî bûye û partî ava dike û hildiweşîne, tenê ji bo peywirekî wergire, ji ber wê jî YNK nizane dê çi li Berhem Salih bike.’’
Herwaha aşkera kir, namzedê YNKê ji bo peywira serokomarê Iraqê di heyama borî de ku serokomar bû, gelek caran pirs jê kirine di pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û Iraqê de kî xetabare? Wî gotiye xetayên Herêma Kurdistanê ye, tenê ji bo cîhê xwe li Bexdayê xweş bike.’’
Dawiyê de jî got, divê YNK rewşê bi awayekî rastî lê binêre û xwe nexe bin ti barekî ku di bin de bimîne, ‘’Ji ber eger PDK li gor mafê helbijartinê danûstan li gel YNKê bike, dê gelek peywirên din ên nav Herêma Kurdistanê de jî ji dest YNKê biçin.’’
Basnews
