• Wednesday, 25 February 2026
logo

Nerazî bûnên dijî Erdogan zêde dibin

Gulan Media January 24, 2022 Nûçe
Nerazî bûnên dijî Erdogan zêde dibin

dibêjin Sezen ne bi tenê ye û vê bi tenê nahêlin.
Zêdetir ji 200 Hunermendan daxuyaniyeke hevpar weşandin.

Piştî ku Serokkomarê Tirkiyeyê Receb Teyyib Erdogan gel li Hunermenda bi esil Yehûdî ya aTirkiyeyê Sezen Aksû kiribû û gotibû ku erkê meye zimanê vê û yên weke vê qut bikin, bertekên gelek tund dijî Receb Teyyib Erodgan hatin raberkirin.

Opozîsyona Tirkiyeyê gotinên Erdogan weke gaveke metirsîdar bo ser tevahiya civakê bilêv dike û dibêje ev gotinên han nayên qebûlkirin û nîşaneya vê yekê ne ku Tirkiye çi qasî ji demokrasî dûr ketiye.

Piştî opozîsyonê jî, hunermend û rewşenbîrên Tirk bertek nîşanî Erdogan dan û îro 203 hunermend daxuyaniyeke hevpar belav kirin û ragihand ku Sezen Aksu ne bi tenê ye û vê bi tenê nehêlin.

Di daxuyaniyê de herwiha tekez li ser vê yekê hatiye kirin ku gotinên han vê zirareke mezin bidin aştiya civakî.

Top