Êrişa li ser zindana Hesekê; plan û armanca DAIŞê çi bû?
Berdevkê MSDê diyar dike, DAIŞê planeke mezin ji bo zindana Xiwêran a li Hesekê dariştibû û dibêje, “Destê hinek aliyên navdewletî di bûyerên Hesekê de heye.” Emced Osman derbarê hebûna çekdarên DAIŞê jî bang li civaka navdewletî kir.
Berdevkê Encûmena Sûriya Demokratîk (MSD) Emced Osman beşdarî bultena 09.00 a Rûdaw TVyê bû ku ji aliyê Nalîn Hesen ve hat pêşkêşkirin û behsa zêdebûna liv û tevgera DAIŞê û plan û armanca êrişa wê rêxistinê ya li ser zindana Hesekê kir.
Şerê li zindana Hesekê
Li zindana Xiwêran a Hesekê ev çend roj in şer û pevçûn di navbera şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û çekdarên DAIŞê de berdewam in û Rêveberiya Xweser bo dema 7 rojan li Hesekê qedexe ragihandiye.
Fermandarekî HSDê ji Rûdawê re tekez kir ku zindan bi temamî dorpêçkirî ye, ti çekdarek nikare derkeve û hêzên wan ji du milan ve ketine zindanê.
Berdevkê MSDê Emced Osman derbarê êrişa DAIŞê de tekez dike, wê rêxistinê planeke mezin dariştibû da ku girtîgehê bi temamî kontrol bike û dibêje, “Demek e DAIŞê plan bo girtina girtîgehê daniye.”
Armanc çi bû?
Emced Osman li ser armanca êrişa bo ser zindanê jî diyar dike, “Armanc ne tenê girtina girtîgehê, lê armanca mezin têkdana ezmûna bakurê rojhilatê Sûriyê ye.”
Li gor Berdevkê MSDê ew “plana mezin a DAIŞê” li herêma Serê Kaniyê hatiye danîn ku niha di destê çekdarên girêdayî Tirkiyê de ye.
Êrişa bo ser zindana Xiwêran, yek ji mezintirîn êrişên DAIŞê yên vê heyama dawîn e û Berdevkê MSDê jî di wê baweriyê de ye, “Destê hinek aliyên navdewletî di bûyerên Hesekê de heye. DAIŞ plana hinek welatan bo têkdana ezmûna Rojava cîbicî dike.”
Helwesta Rûsyayê
Berdevkê MSDê Emced Osman li ser helwesta Rûsyayê jî dibêje, “Gelek caran Rûsya dikeve bin bandora biryar û xwestekên Tirkiyê.”
Hêzên HSDê û Asayişa Rojavayê Kurdistanê li Hesekê bi 10 hezar şervanan li dijî çekdarên DAIŞê dest bi operasyoneke mezin kirine û li gor dawî daxuyaniya HSDê di şerê 2-3 rojan de “zêdeyî 160 çeteyên êrişkar û 15 çeteyên ku dixwestin ji girtîgehê birevin” hatin kuştin.
Di êrişa DAIŞê de hejmareke zêde ya çekdarên DAIŞê hatine girtin û Berdevkê MSDê Emced Osman dibêje, “Lêpirsîna derbarê DAIŞiyên desteserkirî de destpê kiriye û HSD encama lêkolînan bo raya giştî eşkere dike.”
Banga bo civaka navdewletî
Berdevkê MSDê tekez dike, “Nebûna çareseriya siyasî li Sûriyê pirsgirêk ji dosyeya çekdarên DAIŞê re çêkiriye” û bang dike, “Divê Dadgeha Navdewletî lêpirsînê derbarê wan çekdaran de bike. Em daxwazê ji civaka navdewletî dikin çareseriyekê bo pirsa wan çakdarên DAIŞê bibîne.”
Ji ber şer û pevçûnên li zindana Hesekê bi hezaran kes ji malên xwe yên li derdora zindana Xiwêran derektine. Welatiyan ji Rûdawê re amaje bi wê kirin ku hebûna zindan û çekdarên DAIŞê li nava bajar, metirsî ye li ser jiyana xelkê û daxwaz kiribûn ku HSD, zindana DAIŞiyan ji nava bajar derxe.
Zindaneke nû tê avakirin
Li ser vê mijarê Berdevkê Encûmena Sûriya Demokratîk (MSD) Emced Osman diyar dike, “HSD dê girtîgeheke nû bo çekdarên DAIŞê ava bike.”
Li ser egera destpêkirina diyalogekê di navbera Rêveberiya Xweser û hikûmeta Şamê de jî Berdevkê HSDê eşker dike, “Rûsyayê ji bo destpêkirina gotûbêja li gel Rêveberiya Xwese, guvaş li hikûmeta Sûriyê kiriye.”
Şerê li zindana Xiwêran a Hesekê heta niha jî berdewam e û li gor dawî daxuyaniyê di êrişên DAIŞê de “27 şervanên HSDê jî şehîd bûne.”
Rudaw
