• Wednesday, 25 February 2026
logo

Serokwezîr li gel wezîrên navxwe û pêşmerge civiya

Gulan Media January 24, 2022 Nûçe
Serokwezîr li gel wezîrên navxwe û pêşmerge civiya

behsa rewşa ewlekarî ya Kurdistanê hate kirin.
Behsa amadekariyên pêwîst bo parastina Kurdistanê kirin.

Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel her du wezîrên navxwe û pêşmerge yên hikûmeta Kurdistanê civiya.

Di civînê de giftûgo li ser liv û tevgerên vê dawiyê yên terorîstên DIŞIê û êrîşên terorîstan yên li Îraq, Sûriye û Rojavayê Kurdistanê hate kirin û rêkar û amadekariyên nû yên aliyên têkildar yên Kurdistanê bo parastina Kurdistanê li hember êrîşên terorîstan hatin nirxandin.

Her di heman civînê de hemahengiya navbera hêzên pêşmerge ya li gel hêzên federalî û hevpeymaniya cîhanî jî hatiye nirxandin û tekez li ser berfiretir kirina hemahengiya han hatiye kirin.

Top