• Wednesday, 25 February 2026
logo

Serok Barzanî li gel şandeke Libnanî civiya

Gulan Media January 24, 2022 Nûçe
Serok Barzanî li gel şandeke Libnanî civiya

behsa rewşa deverê û gefên terorê hate kirin.
Şand bi Serokatiya wezîrê dadê serdana Hewlêrê kiriye.

Îro li Pîrmamê Serok Barzanî  pêşwaziya şandeke Libnanî bi Serokatiya wezîrê dadê yê vê welatî Henry Khory kir.

Di civînê de bi awayeke giştî giftûgo li ser rewşa deverê û bi taybetî rewşa siyasî ya Îraq û Libnanê hate kirin.

Metirsiyên terorê li Îraq, Sûriyeyê û deverê  û rewşa Kurdistanê jî mijarên din yên civînê bûn.

Top