Babacan: Em bi ti awayî tevlî Hevpeymana Cumhur nabin
Serokê Partiya Demokrasî û Pêşveçûnê (DEVAyê) Alî Babacan ragihand, ku partiya wî bi ti awayekê beşdariyê di Hevpeymana Cumhur de nake.
Serokê Partiya DEVAyê Alî Babacan îro 22ê Çileya 2022ê beşdarî kongeraya navçeyên Meram û Karatay yên bajarê Konyayê yên partiya xwe bû û li wir derbarê pêşhatên dawî yên siyaseta Tirkiyê de axivî.
Alî Babacan di axaftina xwe de ameje bi wê yekê da ku partiya wî di 30 salên borî de yek ji wan partiyan e ku bi awayek bi lez kar û barên rêxistinên bajar û bajarokan ên partiyê temam kirine û got: “Ji tevahiya 973 bajarokên li Tirkiyê li 703 bajarokan serokên me dest bi karê xwe kirine. “
Babacan diyar kir ku partiya wî tevî ku piştî 9 mehan damezrandinê mafê beşdarîkirina di hilbijartinan de destxistiye, ji destpêka îsal ve hejmara endamên wê ji 100 hezar kesan derbas kiriye.
Serokê Partiya DEVAyê li ser pirseke derbarê beşdariya partiya wî di Hevpeymaniya Cumhurê de jî tekez kir ku partiya wî bi ti awayî beşdariyê di wê hevpeymaniyê de nake, ku ji partiyên AKPê û MHPê pêk tên
Alî Babacan got: “Li aliyekê wê hevbeşiya ku niha welat birêve dibe birêz Erdogan heye. Herwiha birêz Bahçelî heye ku di hemû krîzan de hevbeşê hikûmetê ye. Perînçek jî heye ku dibêje em rê û rêbazên hikûmetê diyar dikin. Em bi awayekî eşkere dibînin ku niha ev hevbeşiya ji sê pêkhateyan pêk tê, welatê me ber bi cihek xeter ve dibe û ti pirsgirêkeke vî welatî çareser nake. Li ser mijara hevpeymanan jî hûn dizanin ku partiya DEVAyê niha ne di nav ti hevpeymanekê de ye.”
Rudaw
