Hikûmeta Kurdistanê dest bi dayîna mûçeyê meha Çile dike
Hikûmeta Kurdistanê ragehand, dê mîna mehên berê vê mehê jî di dema xwe de dest bi dayîna mûçeyê karmendan bikin.
Çavkaniyekî li wezareta darayî ya Kurdistanê ji BasNewsê re got, mîna mehên borî dê vê mehê jî hikûmet roja 25 mehê dest bi dayîna mûçeyê karmendan bike.
Wî jêderî her wiha got, mûçe nayê kêmkirin û dê bi temamî were dayîn.
Destpêkê mûçeyê karmendên wezareta tenduristiyê tê dayîn paşê jî mûçeyê hêzê Pêşmerge û bi vî rengî berdewam dibe.
Basnews
