Hesekê- Pevçûn berdewam in û bi sedan kes hatine kuştin
Şer û pevçûnên zîndana Hesekê îro di roja çarem de berdewam e û hejmara kuştiyên wî şerî bi ser 100 kesî ket.
Şeva Pêncşemê 20 vê mehê çekdarên DAIŞê êrişî zindana Guwêran a li bajarê Hesekê kirin ku dora 5 hezar çekdarên DAIŞê tê de girtî ne û di encamê de hejmarek ji çekdarên DAIŞê reviyabûn.
HSD bi piştevaniya hêzên Hevpeymaniya Navdewletî hewla kontrola rewşê û desteserkirina çekdarên revyayî dike û di encamê de ev çar roj in şer û pevçûnên giran rû didin.
Li gor dawî zanyariyên Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan, heta niha 102 kes hatine kuştin, 61 kes ji DAIŞê, 34 ji hêzên HSD, pasewanên zîndanê û dijeterorê û 7 kesên sivîl hatine kuştin.
Rewangeh destnîşan dike, hejmara rast a kuştiyan ji vê zêdetir e, ji ber ku çarenivîsa gelek kesan ji her du aliyan nayê zanîn, ligel wê jî hejmareke mezin ji birîndarên ku rewşa wan giran hene.
Ji aliyê xwe ve, HSDê roja înê belav kiribû, wan kariye 89 endamên DAIŞê yên reviyane li derdora zîndanê desteser bikin û operasyonên wan ji bo desteserkirin çekdarên din berdewam in.
Li gor zanyaran jî, di encama êrîşa DAIŞê û şer û pevçûnan de, bi hezaran kesan ji malên xwe derketine û ber bi cihên ewletir ve çûne.
Basnews
