• Wednesday, 25 February 2026
logo

Li Dîlokê hemû geştên asmanî hatin rawestandin

Gulan Media January 23, 2022 Nûçe
Li Dîlokê hemû geştên asmanî hatin rawestandin

Li parêzgeha Dîlokê ya Bakurê Kurdistanê ji ber barîna berfa zêde û şert û mercên ne guncav ên hewayê hemû geştên asmanî hatin rawestandin. Herwiha berfê bandoreke nerênî li çûn û hatina welatiyan jî kiriye.

Li parêzgeha Dîlokê îro 23ê Çileya 2022ê berfeke zêde bariya. Bi destpêkirina berfê di demek kurt de rêyên nav bajêr  hatin girtin û astengî ji çûn û hatina welatiyan re çêbûn.

Li gor zanyariyan Tîmên Şaredariyê ji bo vekirina rêyan dest bi kar û xebatên xwe kirine û xebatên wan berdewam in.

Ev di demekê de ye rêya sereke ya Kîlîs-Dîlokê jî ji ber berf û pûkê ji çûn û hatinê re hat girtin û rê bo şofêran nayê dayîn ku biçin parêzgeha Dîlokê.

Hat ragihandin ku berfê bandoreke nerênî li geştên asmanî jî kiriye û ji ber berfa zêde û şert û mercên ne guncav ên hewayê, hemû geştên asmanî yên li Dîlokê hatine rawestandin.  

Ev di demekê de ye hefteya borî jî li Dîlokê berfekê zêde bariya bû û li bajêr jiyan rawestandibû. Ji ber berfê rê hemû hatibûn girtin û bi hezaran welatî bi otomobîl û barhilgirên xwe li ser rêyan mabûn asê. Beşek ji xelkê Dîlokê nerazîbûn dijî xemsariya şaredariyê ya di paqijkirina rêyan de nîşan dabûn.

Li Bakurê Kurdistanê barîna berfê berdewam e û rêyên gelek gund û navçeyan ji ber berfê hatine girtin. Li gor zanyariyên Saziya Keşnasiyê dê daketina pileyên germê û barîna berfê li hinek parêzgehên Bakurê Kurdistanê bo dema hefteyekê berdewam be. Aliyên peywendîdar ji ber egerên çêbûna bûyerên trafîkê û metirsiya aşûtê berdewam hişyariyê didin welatiyan ku ji xeynî rewşên awarte zêde çûn û hatinê nekin.

 

Rudaw

Top