• Wednesday, 25 February 2026
logo

Şêniyên taxa Senayî malên xwe vala dikin

Gulan Media January 23, 2022 Nûçe
Şêniyên taxa Senayî malên xwe vala dikin

hêzên hevpeymanan taxa han dorpêç kirine.
Pevçûn di navbera HSD û DIŞIê de berdewame.

Pevçûnên navbera hêzên HSDê û terorîstên DIŞIê yên ku di girtîgeha Xiwêranê de bûn û alozî çê kiribûn berdewamin.

Her di heman çarçoveyê de hijmareke zêde ji şêniyên taxa Senayî ya Hesekê yaku girtîgeh têdeye, jiber aloziyan xaniyên xwe vala kirine û berê xwe dane taxên din yên bajar û deverên din yên li derdorê.

Hevpeymaniya cîhanî jî hêzeke zêde ya piştîvanî bo hevkarî kirina HSDê şandiye deverê û balefirên hevpeymanî jî derdorê girtîgehê bordiman dikin.

Li gor zaniyariyan di encama pevçûnên navbera HSD û DIŞIê de nêzî 60 terorîst hatine kuştin û 28 şervan û 5 welatiyên medenî jî canê xwe ji dest dane.

 

 

Top