HSD: Gelek karmendên girtîgeha Hesekê ji aliyê DAIŞê ve hatine revandin
Berpirsekî HSDê ragehand, çendîn karmendên girtîgeha Sînae ya Hesekê ji aliyê çekdarên DAIŞê ve hatine revandin.
Piştî ku terorîstên DAIŞê şeva 20 vê mehê êrişî girtîgeha Sînae ya Hesekê kirin û hewla berdana girtiyên xwe dan, şerekî giran di navbera wan û hêzên HSDê de derket. Ji wê demê ve heta niha şer û pevçûn berdewam e.
Li gorî amarên ne fermî, heta niha di wî şerî de herî kêm 123 kes hatine kuştin ku nêzîkî 80 ji wan çekdarên DAIŞê ne.
Ji aliyekî din, DAIŞê hinek dîmen belav kiriye û ragehandiye, çendîn karmend û endamên HSDê ji alkiyê çekdarên wan ve hatine girtin û revandin.
Li ser vê mijarê, berpirsê medyaya HSDê Ferhad Şamî revandina wan kesan piştrast kiriye û gotiye, ew kesên ku hatine revandin karmendên xwaringeha girtîgehê ne û nayê zanîn çi hatiye serê wan.
Basnews
