• Wednesday, 25 February 2026
logo

WSJ: Leşkerên Îraqî di xewê de bûne

Gulan Media January 22, 2022 Nûçe
WSJ: Leşkerên Îraqî di xewê de bûne

di nava kuştiyan de Efsereke artêşê jî heye.
11 ji wan hatine kuştin.

Rojnameya Amerîka ya WSJ li ser zarê rayedarekî leşkerî ya Îraqê derbarê êrîşa duhê bişev ya terorîstên DIŞIê ya li navçeya Uzeyim de belav kiriye, terorîstên DIŞIê rewşa seqayê bi derfet zanîne û êrîşî ser navendeke leşkerî ya artêşa Îraqê kirine.

Rojnameya nav hatî diyar kiriye ku dema terorîstên DIŞIê êrîş kirine, leşkerên Îraqê di xewê de bûne, terorîst karîne deriyê navendê bişkînin û bikevin navenda han.

Heman çavkanî belav kiriye ku di dema êrîşê de tenê leşkereke Îraqî rizgar bûye ku ew jî di dema êrîşê de di nava hemamê de bûye.

Weke tê zanîn di encama  êrîşê de 11 leşker hatibûn kuştin ku yek ji wan jî Fesereke Îraqî bûye.

 

Top