Li Agirî pileya germê 33 pile daket bin sifrê
Li parêzgeha Agirî ya Bakurê Kurdistanê pileya germê 33 pile daket bin sifrê. Li gor keşnasiya herêmê, dê li tevahiya herêmê rewşa keş û hewayê kêm û pirewr be û piştî nîvro dê li parêzgeha Erzînganê û derdora wê berf bibare.
Herwiha dê li çend bajarên Bakurê Kurdistanê sermayeke zêde û ba hebe. Şevê din pileya germê li Agirî 33 pile daket bin sifrê, li Qersê 29, li Erdexanê 26, li Erzeromê 22, li Dêrsimê 15 û li Erzîngan Îdirê jî 13 pile daket bin sifrê.
Bi roj jî tê texmînkirin ku pileya germê li Qersê 7, li Erdexan û Erzeromê 5, li Agirî, Dêrsim û Erzînganê 3 û li Îdirê jî 1 pile di bin sifrê de be.
Li aliyê din li van parêzgehên Bakurê Kurdistanê hişyarî hatiye dayîn ku divê welatî ji ber qeşa, mij û berfê tedbîrên xwe werbigrin.
Rudaw
