• Wednesday, 25 February 2026
logo

Îro salvegera damezrandina Komara Kurdistanê ye

Gulan Media January 22, 2022 Nûçe
Îro salvegera damezrandina Komara Kurdistanê ye

Nemir Mele Mistefa Barzanî Serokerkanê Komar bûye.
2 rê bendanê li Mehabadê hatibû beriya 76 salan hatibû damezrandin.

Îro şemî 2 Rêbendanê ( 22 Çiraya Paş)  salvegera damezrandina Komara Kurdistanê bi Serokatiya Pêşewa Qazî Mihemede.

Komara Kurdistanê ya li Mehabadê bi beşdariya geleke ji kesatiyên Kurd yên Rojhilatê Kurdistan û parçeyên din  yên Kurdistanê hatibû ragihandin, piştî demeke kin ji aliyê dagîrkeran ve hate hilweşandin.

Di komara Kurdistanê de Fermandarê hêzên leşkerî Jeneral Mele Mistefa Barzanî bû.

Beriya Nemir Mele Mistefa Barzanî û hijmareke zêde ji pêşmergeyan, roleke serekî di ragihandina Komara Kurdistanê de lîstibûn.

Mixabin jiber hevkarî nekirina Rûsyeyê û dek û dolabên rejîma şahê ya Îranê, temena Komar kêm bû.

Her çend 76 sal bi ser damezrandina Komarê re derbas dibe lê hîn jî rê û rêbaza Komarê hêviyeke mezin dide gelê Kurdistanê.

 

 

Top