• Wednesday, 25 February 2026
logo

Parêzgarê Hewlêrê hişyarî da: Eger gelekî pêwîst nebe ji mal dernekevin

Gulan Media January 21, 2022 Nûçe
Parêzgarê Hewlêrê hişyarî da: Eger gelekî pêwîst nebe ji mal dernekevin

 Parêzgarê Hewlêrê bang li xelkê Hewlêrê kir eger gelekî neçar nemînin dernekevin derveyî bajêr, ji ber ku ji ber berfê hatinçûn zehmet bûye.

Ev çend roj in pêleka berfê seranserî Kurdistanê, Başûr û Bakur û Rojhilat û Rojava, girtiye û heta niha jî berdewam e.

Ji duhî de li Hewlêrê jî berf dibare û heta niha jî berdewam e. Mîna gelek deveran, hatinçûn li Hewlêrê jî bi taybet li derveyî bajêr zehmet bûye.

Ji ber wê jî parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw bang li xelkê Hewlêrê kiriye, eger gelekî neçar nemînin dernekevin derveyî bajêr û heta ji destê wan tê li malên xwe de bimînin.

 

 

Basnews

Top