• Wednesday, 25 February 2026
logo

Li Efrînê êrîşa mûşekî: Gelek kuştî û birîndar hene

Gulan Media January 21, 2022 Nûçe
Li Efrînê êrîşa mûşekî: Gelek kuştî û birîndar hene

Li bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê duh Pêncşembiyê êrîşeke bi mûşekan pêk hat û di encama êrişê de hejmarek kuştî û bi dehan birîndar hene.

Li gorî çavkaniyên xwecihî, di êrişa duh de li Efrînê 6 kes hatine kuştin ku 2 ji wan zarok in û herî kêm 30 kes jî birîndar bûne.

Li gor heman çavkaniyan, di êrîşê de hejmareke otomobîl jî şewitîne.

Parêzgariya Hatayê ya Tirkiyê jî ku serpireştiya birêvebirina herêma Efrînê dike, derbarê êrişa mûşekî ya li Efrînê de daxuyaniyê dide û dibêje, êriş roja Pêncşemê di demjimêr 15:30an de û bi 5 mûşekan çê bûye.

Di daxuyaniya xwe de, Parêzgariya Hatayê YPGê bi encamdana êrîşê tohmetbar kiriye û daye xuyakirin, "ji herêma Til Rifatê ber bi navenda Efrînê ve 5 mûşekên Grad hatin avêtin."

Lê belê heta niha ti aliyekî bi fermî berpirsyariya vê êrîşa mûşekî li xwe negirtiye.

Derbarê hejmara kuştî û birîndarên êrişê de jî, di daxuyaniyê de tê gotin, "Li gor tespîtên destpêkê, 4 sivîlan jiyana xwe ji dest dane, 20 sivîl jî ji gelek cihan ve birîndar bûne û li nexweşxaneyên derdorê tên dermankirin."

Parêzgariya Hatayê herwiha destnîşan kiriye, derbarê bûyerê de lêkolîn hatiye destpêkirin.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan (SOHR) jî ragihandiye, êriş ji herêmeke di bin kontrola hêzên Kurdî û hêzên hikûmeta Sûriyê de çê bûye û di êrîşê de 6 kes hatine kuştin û 30 kes jî birîndar bûne.

Ev êrîşa bi mûşekan di demekê de ye ku 4 sal di ser dagirkirina herêma Efrînê re derbas dibe. Di 20ê çileya 2018an de Tirkiyê û grupên çekdar  dest bi êrîşa xwe bo ser Efrînê kirin û di 18ê Adara heman salê de dagirkeriya xwe li ser herêmê ragihandin.

Di encama êrîşa Tirkiyê bo ser Efrînê de, herî kêm 300 hezar welatiyên Kurd ji Efrînê hatin koçberkirin û ji wê demê ve mal û milkên welatiyên Kurd li Efrînê tên talankirin û binpêkirinên li wê herêmê ji aliyê komên çekdar ve berdewam in.

Çekdarên Opozisyona Sûriyê û artêşa Tirkiyê di Mijdara 2019an de jî operasyoneke din li dijî Rojavayê Kurdistanê dane destpêkirin û di encamê de bajarên Serêkaniyê û Girê Spî û hejmareke gundên girêdayî wan herdu bajaran hatin dagirkirin.

 

 

Rudaw

Top