• Wednesday, 25 February 2026
logo

Balyozê Pakistanê: Em bi niyaz in konsulxaneyê li Hewlêrê vekin

Gulan Media January 21, 2022 Nûçe
Balyozê Pakistanê: Em bi niyaz in konsulxaneyê li Hewlêrê vekin

Balyozê Pakistanê yê li Iraqê li gel Serokê Herêma Kurdistanê civiya û ragihand, ew bi niyaz in konsulxaneya xwe li Hewlêrê vekin û geştên esmanî yên rasterast bo Herêma Kurdistanê bidin destpêkirin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro, 20.01.2022, pêşwazî li Balyozê Pakistanê yê li Iraqê Ehmed Emced Elî kir.

Li gor daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, di civînê de li ser daxwaza hevbeş a pêşxistina peywendiyên Iraq û Herêma Kurdistanê li gel Pakistanê; taybetî di warên bazirganî, perwerde û zanîngehan de, derfetên kar û sermayeguzarî bo veberhênana Pakistanê li Iraq û Herêma Kurdistanê, rewşa rewend û destê kar ê Pakistanê li Iraq û Herêma Kurdistanê, hat gotûbêjkirin.

Her li gor daxuyaniyê, Balyozê Pakistanê dûpat kir ku welatî wî peywendiyên li gel Iraq û Herêma Kurdistanê girîng dibîne û warekî baş ê hevkarî û çalakiyên bazirganî li gel Herêma Kurdistanê heye û ji bo wê mebestê jî niyaza welatê xwe ya vekirina konsulxaneyê li Hewlêrê, nîşan da û behsa derfeta hebûna geştên esmanî yên rasterast di navbera Pakistan û Herêma Kurdistanê de kir.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî amadebûn û daxwaza Herêma Kurdistanê ya ji bo zêdetir pêşxistina peywendiyan dûpat kir û amaje bi derfeta sermayeguzarî û veberêhênana Pakistanê ya li Herêma Kurdistanê kir.

Top