Hejarên Lubnanê debara jiyana xwe ji zibildanan dabîn dikin
Li Beyrûta paytexta Lubnanê ku ji ber nebûna elektrîkê piraniya şevê di tariyê de derbas dike, hejarên vî bajarî debara jiyana xwe ji zibildanan dabîn dikin.
Huda ya 57 salî dayika çend zarokan e li taxa Sebra û şatîla dimîne, roj û şeva xwe di nav zibildanan de diqedîne daku bi rêa komkirina qutiyên vala û paşmayên xwarinê debara jiyana zarokên xwe bike.
Huda Ebdellah, akinciya Beyrûtê dibêje, “Ev baştirîn jiyan e ku ez tê de me. Bila nebêjin ku hejar li Lubnanê nînin, gelek xelkê Lubnanê wek min hejar in, lê xelk vê yekê nizanin, tiştê li ber çav dibînin, lê tiştê veşartî nabînin, eger bixwazin bizanibin divê bên bi çavê xwe me bibînin.”
Berî vî karî Huda besteke wê ya şînkayî hebû, lê polîsê Beyrûtê bestek jê standin û şikandin, piştre berê xwe da firtotina kiliniksan, lê ji ber herifandina bihayê Lîreyê Lubnanî neçar bû berê xwe bide zibildanan, daku debara jiyana zarokên xwe bike, Huda hesreta wê ye ku xwe li malê wek dayik û kevanî bibîne.
Huda Ebdellah dibêje, “Hesreta min e ku tenê mehekê li malê bimînim, ji bo hest bikim ku mirov û dayikim, ez hest nakim ku ez dayikim, ez demjimêr 2ê şevê vedigerim ba zarokên xwe, xwarinê çêdikim û dixwim, carnan li ba wan radizêm û carnan li cihê ku te ez lê dîtim radizêm. Ez dikinim daku xelk nizanibin ez xemgînim, ez bi wan re dikenim û heneka dikim lê dilê min tije kul û derd in, ez naxwazim min bibînin reşbînim, ez tenê vî derdî di dilê xwe de vedişêrim.”
Li gor amarên fermî, Lubnan niha di xirabtirîn krîza aborî de derbas dibe, ji sedî 80ê xelkê vî welatî di bin hêla hejariyê de dijîn, rêjeya bêkariyê ji sedî 41 derbas kiriye, zêdeyî 30 hezar Lîreyê Lubnanî bermaberî yek dolarî danûstandin ligel tê kirin, bi zêdeyî 100 milyar dolar deyndar e, ji 2019an û heta dawiya 2021ê nêzîka 100 hezar Lubnanî welatê xwe bicîh hiştine.
Rudaw
