Nêzîkî 60 grûpên çekdar dest danîne ser herêma Efrînê
Nêzîkî 60 grûpên çekdar li gel artêşa Tirkiyê dest danîne ser herêma Efrînê û Endamê Komîteya Navendî ya PDKSê jî tekez dike, “Binpêkirinên grûpên çekdar li Efrînê berdewam in.”
4 sal di ser dagirkirina Efrînê re derbas dibin û niha nêzîkî 60 grûpên çekdar ên ser bi Tirkiyê ve Efrîn di navbera xwe de parve kirine.
Her grûpekê dest daniye ser navçeyekê, yên herî diyar jî, Feyleq el-Hemzat, Sultan Murad, Sultan Mihemed Elfatih, Lîwaya Sitan Silêman Şah, El-Cebhea El-Şamiye û Ceyiş El-Îslam.
Endamê Komîteya Navendî ya PDK-S Abdulrehman Apo ji Rûdawê re got, ji dema dagîrkirina Efrînê û ta niha binpêkirin derheqê welatiyan de her berdewam in.
Grûpên çekdar ên sereke li Efrînê:
Firqeya el-Hemze, Seyf Bolad
Firqeya Siltan Mûrad, Fefîm Îsa
Firqeya Siltan Mihemed el-Fatih
Lîwaya Siltan Silêman Şah, Mihemed el-Casim Ebû Emşe
El-Cebhe el-Şamiye, Ebû Ehmed Nûr
Ceyş el-Îslam, Îsam Biweydanî
Firqeya Mutasim
Ehrar el-Şam
Ehrar el-Şerqiye
Lîwaya Semerqend
Lîwaya Weqas
Dagirkirina Efrînê
Artêşa Tirkiyê û grûpên çekdarên ên tundrew ku ser bi opozisyona Sûriyê ve ne û Tirkiye piştevaniya wan dike, roja 20ê Çileya 2018an êrişeke berfireh a bejayî û asmanî bo ser Efrînê dan destpêkirin ku di bin kontrola hêzên Kurdî de bû.
Piştî wê êrişa berfireh a bi her cor çekên giran, bajarê Efrînê roja 18ê Adara 2018an ket destê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar.
Di encama êrişên giran û ketina bajêr bo destê çekdaran de, bi sed hezaran xelkê Kurdan mal û warên bicî hiştin û ketin ser rêyên koçberiyê.
Herwiha ji wê roja ku Efrîn ket bin dagirkirina artêşa Tirkiyê û komên çekdar ên opozisyona Sûriyê, binpêkariyên li hember welatiyên Kurd li wê herêmê berdewam in.
Rudaw
