Mezlûm Kobanî: Rizgarkirina Efrînê ji karên me yên pêşîn e
4 sal di ser dagirkirina Efrînê re derbas dibin û General Mezlûm Kobanî dibêje, “Rizgarkirina Efrînê ji karên me yên pêşîn e.”
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mezlûm Kobanî bi boneya 4emîn salvegera êrişên Tirkiyê û grûpên çekdar li ser herêma Efrînê li ser hesaba xwe ya Twitterê peyamek belav kir.
General Mezlûm Kobanî dibêje, “Li dijî şêniyên Efrînê binpêkirinên herî dijwar û hovane ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve hatin kirin, her wiha bi darê zorê hatin koçberkirin. Li hemberî vê yekê aliyên navneteweyî yên aktîv tevnegeriyan.”
Fermandarê Giştî yê HSDê di dewama peyama xwe de tekez dike, “Rizgarkirina Efrînê, vegera ewle ya şêniyan û rawestandina tevahî tawana ji xebatên me yên pêşîn e.”
Dagirkirina Efrînê
Artêşa Tirkiyê û grûpên çekdarên ên tundrew ku ser bi opozisyona Sûriyê ve ne û Tirkiye piştevaniya wan dike, roja 20ê Çileya 2018an êrişeke berfireh a bejayî û asmanî bo ser Efrînê dan destpêkirin ku di bin kontrola hêzên Kurdî de bû.
Piştî wê êrişa berfireh a bi her cor çekên giran, bajarê Efrînê roja 18ê Adara 2018an ket destê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar.
Di encama êrişên giran û ketina bajêr bo destê çekdaran de, bi sed hezaran xelkê Kurdan mal û warên bicî hiştin û ketin ser rêyên koçberiyê.
Herwiha ji wê roja ku Efrîn ket bin dagirkirina artêşa Tirkiyê û komên çekdar ên opozisyona Sûriyê, binpêkariyên li hember welatiyên Kurd li wê herêmê berdewam in.
Rudaw
