Çekdarên DAIŞê êrişî mezintirîn girtîgeha girtiyên DAIŞê li Hesekê kirin
Li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê li zîndana Sinae ku çekdarên DAIŞê tê de ne, teqînekê rûda û piştî teqînê DAIŞê êrîş kir û dengê gelek teqeyan hatin bihîstin.
Li gor zanyariyên K24ê, îşev xwekujekî li nêzîkî xaleke kontrolê ya zîndana Sinae ya Hesekê, ku bi hezaran girtiyên DAIŞê tê de ne û di destê HSDê de ye, xwe teqand û piştre şer û pevçûneke dijwar di navbera çekdarên DAIŞê û hêzên HSDê de rû da.
Li gorî agahiyan, piştî teqînê hêzeke mezin bo zîndanê hatine veguhestin û nêzîkî 20 zîndanî reviyane. Tê gotin ku çend nobedarên zîndanê birîndar bûne lê hîn agahiyên berfireh li ser wê êrişê nehatine belavkirin.
Niha firokeyên Hevpeymaniya Navdewletî li ser zîndanê digerin û çavdêriya rewşê dikin.
Li zîndana Sinae ji 48 welatan 4 hezar çekdarên DAIŞê hene û li Rojavayê Kurdistanê zîndana herî mezin a girtiyên DAIŞê ye.
Basnews
