• Wednesday, 25 February 2026
logo

Tirkiyê nêrîna xwe ya derbarê Kavala bo Encûmena Ewropayê şand

Gulan Media January 20, 2022 Nûçe
Tirkiyê nêrîna xwe ya derbarê Kavala bo Encûmena Ewropayê şand

Tirkiye nêrîna xwe ya fermi ya derbarê darizandina bazirgan û çalakvanê Tirk Osman Kavala de bo Komîteya Wezîran a Encûmena Ewropayê şand.

Komîteya Wezîran a Encûmena Ewropayê ji ber ku Tirkiyê biryara Dadgeha Mafên Mirov a Ewropayê (DMME) a derbarê berdana bazirgan û çalakvanê Tirk Osman Kavala de cîbicî nekiriye, li hemberî Tirkiyê pêvajoya binpêkirinê dabû destpêkirin û piştî vê yekê bi awayekî fermi ji Tirkiyê heta 19ê Çileya 2022an bersivek hatibû daxwazkirin.

Li gor agahiyan doh 19ê Çileya 2022an Hikûmeta AKPê nêrîna xwe ya fermî derbarê Osman Kavala de  ku 2ê Kanûna 2021ê jê hatibû xwestin bo Encûmena Ewropayê şand.

Tê çaverêkirin ku Komîteya Wezîran a Encûmena Ewropayê bersiva Tirkiyê û biryara Dadgeha Mafên Mirov a Ewropayê ya derbarê Kavala de 2ê Sibata 2022an di civînekê de gotûbêj bikin.

Dadgehkirina Kavala, herî dawî 17ê Çileya 2022ê hatibû kirin û Parêzerên wî ji bo berdana wî serî li dadgehê dabûn û ew serlêdan ji aliyê dadgehê ve hatibû redkirin û biryara girtinê berdewam kir. 

Kavala, ji ber “Bûyerên Gezî” û bi tohmeta “hewla derbeya 15ê Temûzê” hatibû girtin.

 

 

Rudaw

Top