• Wednesday, 25 February 2026
logo

Zêdetir ji 3 hezar çekdar hatine kuştin

Gulan Media January 19, 2022 Nûçe
Zêdetir ji 3 hezar çekdar hatine kuştin

bi dehan tirimbîlên leşkerî jî hatine jinavbirin.
Di nava 18 rojan de hatine kuştin.

Hevpeymaniya Erebî ya bi Serokatiya Siûdiyeyê yaku li hember Hûsiyan piştîvaniya Yemenê dike daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku di nava 18 rojên derbasbûyî de jiber operasiyon û êrşên hevpeymaniya Erebî bo ser Hûsiyan li deverên curbicur yên Yemenê de, herî kêm 3 hezar çekdarên Hûsî hatine kuştin.

Di beşeke din ya daxuyaniya han de hatiye eşkere kirin ku di heman demê de bi dehan tirimbîlên leşkerî yên Hûsiyan jî hatine jinavbirin.

Hêjayê gotinêye ku beriya du rojan çekdarên Hûsî ragihandibûn ku bi mûşek û dorneyên Îranî êrîşî ser Îmaratê jî kiribûn û di encama êrîşê de 3 kesan canê xwe ji dest dabû û 6 kes jî birîndar bibûn.

Top