• Wednesday, 25 February 2026
logo

Berfê li Dîlokê jiyan rawestand

Gulan Media January 19, 2022 Nûçe
Berfê li Dîlokê jiyan rawestand

Parêzgeha Dîlokê ya Bakurê Kurdistanê bê wext xwe di nav berfê de dît. Roja Sêşembê li navenda bajêr piştî barîna zêdeyî 50 santîmetre berfê jiyan rawestiya. Ji ber berfa zêde trafîk xitimî û çûn û hatina otomnobîlan a bo derveyî parêzgehê rawestiya.

Fatma Şahîn, Seroka Şaredariya Dîlokê ya AKPê dibêje, “Belê hûn mereq dikin û dibêjin rewş çawa ye. Bi rastî em bi hemû tîmên xwe ve bi 160 makîneyên kar û 600  karmendan ji bo çareserkirina trafîkê di nav hewldanan de ne. Em van xebatan hem li ser sîstema agahdariyê  ya cografîk û hem jî li qadê dişopînin. Niha beşeke zêde ya wan cihên ku pirsgirêk li wan hebû hatin vekirin.”

Tevî van gotinên Seroka Şaredariya Dîlokê, beşek ji xelkê wê parêzgehê ji ber nebûna xizmetguzariyan û paqijnekirina rêyan di dema xwe de, li ser torên civakî nerazîbûn nîşanî wê şaredariyê dan.

Welatiyek dibêje, “Me otomobîlên xwe wiha hiştine. Xebatên paqijkirina rê nînin. Tiştek nîne. Rewşa Dîlok ketiyê. Mirov li ser rêyan şepirze bûne. Ti tîmeke Fatma xanimê ku di şaredariyê de seroka cîhanê bû li vir nîne. Em ji demjimêr 5 ve li ser rêyan in. Xelk bi piyan diçin.”

Di demekê de ku li navçeyê bi şev pileya germê sê pile daket jêr sifrê, bi hezaran welatî bi otomobîlên xwe bi demjimêran di rê de man. Beşek ji welatiyan dîmenên xwe yên di mana rê de li ser torên civakî belavkirin û diyar kirin ku ti kesek bi hawara wan ve neçûye.

Welatiyek din dibêje, “Belê hûn dibînin ev 6 demjimêr e em li vir asê mane. Hindik maye mazota me xilas bibe. Ne tîmên AFADê, ne jî yên bihawarveçûnê nehatine vê derê û alîkariya me nekirine. Niha rewş gelekî xirab e. Hêvîdar im em ji nêza û sermayê nemirin."

Li gor van dîmenên ku welatiyan vê sibê li ser torên civakî belav kirine hê jî beşek ji wan rêyan girtî ne û otomobîl û  barhilgir di nav berfê de asê mane. 

Parêzgarê Dîlokê ragihand ku 2 hezar kesên li ser rêya Dîlok-Tarsus-Edenê di rê de mabûn hatine rizgarkirin û herwiha tîmên wan xorak gihandine 7 hezar kesên di rê de mane asê.

Top