Omîcron li Kurdistanê jî zêde bûye
dibêje amadekariyên pêwîst bo rûbirû bûna Omîcronê hatine kirin.
Rojane bi dehan kes pê dikevin.
Wezîrê tendirostî yê hikûmeta Kurdistanê Dr, Saman Berzencî ragihand ku li Kurdistanê jî Omîcron zêde bûye û rojane bi dehan kes bi vê cureya nû ya Koronayê dikevin.
Saman Barzencî herwiha eşkere kiriye ku hikûmet û aliyên têkildar amadekariyên pêwîst bo rûbirû bûna Omîcronê kirine.
Nav hatî ev yek aniye ziman ku laberatovarên Kurdistanê dikarin cureya omîcronê ji cureya din ya Koronayê cuda bikin û bo vê yekê jî pêdiviyên pêwîst hatine dabînkirin.
