• Wednesday, 25 February 2026
logo

Nêçîrvan Barzanî li gel keçên werzişvan civiya

Gulan Media January 19, 2022 Nûçe
Nêçîrvan Barzanî li gel keçên werzişvan civiya

di misabiqeyan de bibûn yekem.
Bibûn yekem di qehremaniya welatên Erebî de.

Îro Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya wan 8 keçên Kurd yên ku weke tîma Îraqê beşdarî di misabiqeyên bilind kirina giranî ( qorsayî) ya welatên Erebî de karîbûn serkeftinê bidest bixin.

Nêçîrvan Barzanî pîrozbayî li wan werzişvanan kir û ragihand ku li gel malbetên wan bi serkeftina wan dilxweşin û got: Em bi we serfirazin.

Nêçîrvan Barzanî piştîvaniya xwe jî bo wan diyar kir û hêviya serkeftinên zêdetir bo wan xwest.

Misabiqeyên bilind kirina qorsayî meha derbasbûyî li Hewlêrê hatibûn organîzekirin.

Top