• Wednesday, 25 February 2026
logo

Demîrtaş ji bo mîtînga HDPê ya Amedê peyamek belav kir

Gulan Media January 19, 2022 Nûçe
Demîrtaş ji bo mîtînga HDPê ya Amedê peyamek belav kir

 Hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş ku li girtîgeha Edîrneyî girtî ye, bo beşdariya mitînga HDPê ya Amedê bang li welatiyan kir. Biryar e mitînga HDPê 22ê ve mêhê bê kirin. Demîrtaş ji welatiyan re dibêje "Bifikirin ku ez li wir im."

Rêxistina HDPê ya Amedê li ser hesabê xwe yê medya civakî ragihandibû ku ew dê 22ê Çile roja Şemmiyê li Qada Îstasyonê ya parêzgeha Amedê mîtîngekê saz bikin û bo beşdariyê bang li welatiyan kiribû.

Hevserokê Berê yê HDPê Selahattin Demîrtaş ku ji sala 2016ê ve li girtîgeha Tîpa F ya Edîrneyê girtî ye, ji bo beşdarbûna endam û alîgirên partiya xwe di wê mitîngê de peyamek belav kir û got “Li dijî bihakirin, zilm û hejariyê em li Amedê bi awayek bihêz kom bibin. Bifikirin ku ez li wir im. Vê Şemmiyê demjimêr 12.00 li Meydana Îstasyonê.”


HDP sêyemîn fraksyona herî mezin a Parlamentoya Tirkiyê ye, di hilbijartina herî dawî ya parlamenteriyê de ji sedî 11.7ê dengan bidexist û ji tevahiya 600 kursiyên parlamentoya Tirkiyê 67 kursî bidesxistin. Lê di van demên dawî de bi hincetên cuda derbarê beşek ji parlamenterên wê de fezleke hatine amadekirin û daxwaza rakirina parêzbendiya wan tê kirin.

 

Rudaw

Top