Sê nahiyên Herêma Kurdistanê bi fermî bûn bajarok
Biryara bajarokbûna 3 nahiyên Herêma Kurdistanê ji aliyê serokê hikûmeta Kurdistanê ve hat pesendkirin.
Fermangeha medya û zanyarî ya hikûmeta Kurdistanê ragehandiye, biryara bajarokbûna nahiyên Enkawe û Pîrmam yên Hewlêrê û nahiya Baziyan ya Silêmaniyê ji aliyê serokê hikûmetê ve hat pesendkirin û ew nahiye bi fermî bûn bajarok.
Fermangehê ragehandiye, ew biryara han di çarçoveya pilana kabîneya nehem ya hikûmetê de ye bo hêsankarî û belavkirina desthilatê li Herêma Kurdistanê.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî roja 23 Kanûna îsal ferman dabû nahiyên Pîrmam, Enkawe û Baziyan bibin bajarok.
