Malbatekî Ereb: Zarokên me bi zorê dibin leşkeriyê
Omer Mihemed Hesen ku ji gundê Girê Reş ji gundewarê Qamişlo ye dema 6 mehan e bêserûşûn e, meta wî ku ew zarok xwedî kiriye dibêje, ew ji bo leşkeriyê birine û veşartine û nîşanî wê nadin. Herwiha meta wî Meheya Hesen dibêje bila biraziyî wê vegerînin dema ku mezin bû û karî şer bike bila wî bibin şer niha nikare şer bike.
Omer Mihemed Hesen di sala 2007an ji li Gundê Girê Reş ê Qamişloyê dayîk bûye û ji pêkhateya Ereb e. Omer Mihemed Hesen zêdetir ji 6 mehane nebedî bûye û malbata wî dibêje tevlî grûpa Ciwanên Şoreşger bûye û di dema dawî de wî gefa çûna nav wan dikir.
Meta Omer, Meheya Hesen dibêje: “Çawa dibe, wilo ji nişkê ve bê veşartin, bi çi mafî û bi çi qanûnê ew birine, ne wî nîşanî min dikin û ne jî dihêlin dengê wî bê min. Nabe wilo nabe, ez berpisiyarîtiyê dixim stûyê her kesê ku ew li min veşart. Ew zarok e û di bin 18 saliyê re ye.”
Bavê Omer ji destpêka kirîza Sûriyê ve sala 2011 ji aliyê hikumeta wî welatî bi tometa peywendiyê bi opozisiyonê re hate girtin û heya niha ne tiştek li ser hatiye naskirin û ne deng jê hatiye, diya Omer jî ji dev ber dide û ew bi tenê dimîne.
Meheya Hesen a metika Omer temenê wê bûye nêzîkî 40 salî, wê ji bo omer hevjînî nekiriye û ew xwedî kiriye.
Meheya Hesen herwiha dibêje: “Ez ne tenê metka wî me, ez diya wî me, min ew xwedî kiriye, jiyana min bê wî nemaye, bila wî li min vegerînin, zarok e bile alîkariya min bikin û ji min re bêjin li ku derê ye, wî pêş min bikin, û dilê min têxin cî de û wî vegerînin, nasnameya wî tune û ne deftera leşkeriyê, kengî bû xort û karî şer bike, bile biçe, wek wî wek tevaya xortan.”
Li gor raporteke Neteweyên Yekbû li Rojavayê Kurdistanê ji sala 2018 ve heya 2020, 400 zarok hatin bi çekkirin,
Ji aliyê xwe ve Ofîsa Parastina Mafê Zarokan a Rêveberiya Xweser ragihand ku 333 gilî li cem wan hatine tomarkirin, wan ji wê hejmarê karîne ji sedî 20 ji nava refên çekdarî û grûpa Ciwanên Şoreşger vegerînin û ji bo yê mayî hewl didin.
Rudaw
