• Wednesday, 25 February 2026
logo

Hêzên Iraqî li Şingalê komek çekdarên PKKê girtin

Gulan Media January 18, 2022 Nûçe
Hêzên Iraqî li Şingalê komek çekdarên PKKê girtin

 Li Şingalê komek çekdarên PKKê ji aliyê hêzên Iraqî ve hatin girtin.

Çavkaniyekî ji artêşa Iraqê ragehandiye, hêzên wan îro li Şingalê komek çekdarên PKKê girtin ku bibûn sebeba acizbûna xelkê û alozî çêkiribûn.

Wî jêderî daye zanîn jî, ew çekdarên han di nav refên YBŞê de bûne û di dema girtinê de dest bi ser çek û otomobîlên wan de jî hatiye girtin.

Bi gotina wî çavkaniyê han, hêzên PKKê hatine agahdarkirin ku nabe êdî li Şingalê bimînin û divê ji wir derkevin û derbasî cihekî din bibin.

Girtina wan çekdarên PKKê di demekî de ye ku ev çend roj in çekdarên PKKê dixwazin peykerên çend serkirdeyên xwe li Şingalê daynin lê hêzên Iraqî nahêlin.

 

 

Basnews

Top