Tirkiyê 3 caran devera Nihêlê li Amêdiyê bombebaran kir
Firokeyên Tirkiyê îro sê caran li pey hev sînorê qezaya Amêdiyê li parêzgeha Duhokê bombebaran kirin.
Rêveberê Nahyeya Dêrelûkê, Samî Berwarî ji Rûdawê re ragihand, navçeyên pişt Sigêrê û çiyayê Metîna li devera Nihêlê û çend cihên din li nêzîk Amêdiyê hatine bombebarankirin.
Derbarê zirarên bombebaranan de, Rêveberê Nahyeya Dêrelûkê diyar kir, “ti zireke negihîştiye xelkê sivîl, çimku ew navçe ji cihên avedan û gundan dûr in, lê belê ji ber dengê bombebaranan xelkê navçeyê ditirsin.”
Salar Necîb, niştecihekî gundê Bilave li quntarê çiyayê Metîna ji Rûdawê re ragihand, “demjimêr di navbera 10:30 heta 11:15 de firokyên Tirkiyê sê caran li ser hev derdora gundên Berçiya Kevn, Kurku û Binavê ku ser bi devera Nihêlê ya qezaya Amêdiyê ve ne, bombebaran kirin.”
Bi gotina Salar Necîb, “ew sê gund nêzîkî 20 salan dibe ku ji ber şerê PKKê û Tirkiyê hatine valakirin, lewra ji ber ku cihên bombebarankirî dûr in, ti agahî li ser ziraran nehatiye zanîn.”
Tevî rewşa dijwar a hewayê û barîna berfê li piraniya navçeyên Kurdistanê, lê belê firokeyên Tirkiyê ji heftiya bihorî ve çend caran navçeyên sînorî yên Herêma Kurdistanê bi hinceta hebûna PKKê li wan navçeyan bombebaran kirine.
Qaymeqamê qezaya Amêdiyê, Warşîn Selam pêştir di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re gotibû, “di nava heftiyekê de firokeyên Tirkiyê şeş caran navçeyên sînorê qezaya Amêdiyê, ji wan jî Çiyayê Metîna, Korejar, Geliyê Sergelî û derdora gundê Hirûrê bombebaran kirine.”
Rudaw
